Dataset Viewer
Auto-converted to Parquet Duplicate
text
stringlengths
17
482
audio
audioduration (s)
2.48
30
Em dixwazin ku ji we wêdatir derbaz bin Mizgînîyê cîyêd din jî dannasîn kin ne ku em bi kirê yekî din bifirin yê ku sînorê xweda kirîye Lê çawa nivîsar e Yê ku difire bira pê Xudan bifire Çimkî ne ku ewê peyê xwe dide li Xudan qebûl e lê yê ku Xudan peyê wî dide
Ez çawa ronayîdar hatime dinyayê wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne terîyêda nemîne Heger yek gotina Min bibihê û neqedîne Ez dîwana wî nakim Ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim lê wekî dinyayê xilaz kim
Ewî ew neme xwend pirsî ji kîjan qezayê ye ku pê hesîya ji Kîlîkyayê ye got Ezê hingê guhdarîya te bikim kengê şikîyatkirêd te bên Û emir kir ku ew qesira Hêrodesda bê xweykirinê
Û hemûya bi hevra got Wekî usa ye Tu Kurê Xwedê yî Ewî wanra got Hûn xwexa dibêjin ku Ez Ew im Û wana got Îdî şede çî mera ne Me xwexa ji devê Wî bihîst
Ez bona wan hîvî dikim Ne ku bona dinyayê hîvî dikim lê bona yêd ku Te dane Min çimkî ew yêd Te ne Çi ku yêd Min in ew yêd Te ne çi ku yêd Te ne ew yêd Min in Û Ez bi wan rûmetkirî me
Merivek hebû navê wî Lazar ew nexweş ket Merivek hebû navê wî Lazar ew nexweş ket Ew ji Beytanyayê bû ji wî gundê Meryemê û xûşka wê Mertayê Eva ew Meryema bû ya ku rûnê bînxweş li Xudan dabû û bi porê xwe nigêd Wî paqij kiribûn ew Lazarê birê wê bû nexweş
Ji cihûya geleka bihîst ku Îsa li wê derê ye hatin Ew ne ku tenê bona Îsa hatin lê wekî Lazarê ku ji nav mirîya rakirîye jî bibînin Hingê serekêd kahîna şêwirîn ku Lazar jî bikujin çimkî rûyê wîda gelek cihû diçûn bawerîya xwe Îsa danîn
Risasê ew girtin lê Îsa wanra got Netirsin Ez im Hingê wan xwest ku Ew hildana qeyikê Qeyik pêrapêra gihîşte wî alîyê ku wan dixwest biçûnayê
Û hê ji şabûna bawer nedikirin heyrhujmekar mabûn Ewî wanra got Qet tiştekî xwarinê li cem we heye Wana çîtî mesîyê pijandî da Wî Ewî hilda li ber çevê wan xwar
Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin ew bê ber dimînin Lê ewêd li nava erdê qencda hatine çandinê ew in ku xeberê dibihên fem dikin û ber didin hinek sed hinek şêst û hinek sî
Û Ew çû hindur ku li cem wan bimîne Lê gava Ew tevî wan ser sifrê rûnişt nan hilda şikirîya Xwe ji Xwedê anî kerkir da wan Hingê çevêd wan vebûn Ew nas kirin û Ew ber çevê wan betavebû Wana hevra got Lema gava Ewî rêda mera xeber dida û nivîsar mera şirovedikirin agir dilê me diket
Temî da wan û got Bona rê pêştirî şivdara destê xwe tu tiştî xwera hilnedin Ne nan ne tûrik û ne jî pera ber pişta xweda Çarixêd xwe bikine pîyê xwe lê du dest kiras xwera hilnedin Serda zêde kir gote wan Ew mala ku hûn bikevinê wê malêda jî bimînin heta hûn ji wî cîyî derkevin
Hineka jî digot Usa tê kifşê ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike Aha digotin çimkî ewî bona Îsa û rabûna mirîya dannasîn dikir Wî çaxî ew hildan birine ber civîna Aryopagoyê û gotin Em dikarin bona wê hînkirina nûye ku tu dannasîn dikî bizanibin
Îsa wanra got Wekî usa ye çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yêd Xwedê ne bidine Xwedê Û ser Wî ecêbmayî man Sadûqî ku dibêjin rabûna mirîya tune hineke ji wan hatine cem Îsa û jê pirsîn Dersdar
Şagirtêd Wî nêzîkî Wî bûn hîvî jê kirin û gotin Tiştekî bêje vê bira dûrî me keve çimkî pey me ketîye dike qareqar Ewî cab da û got Ez tenê bona pezêd mala Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê Lê ew kulfeta hat xwe avîte nigê Wî û gotê Xudan alî min bike
Em şa dibin gava em sist dibin û hûn qewat dibin Û em jî bona we dua dikin wekî hûn tam bigihîjin Bona van yeka ez dûrva wera dinivîsim ku nebe gava ez bêm hindava weda hişkîyê bikim bi wî hukumê ku Xudan daye min ya ku bona avakirinê ye ne bona xirabkirinê Heyneser xûşkbirano xweş bin
Gava Îsa aha xeber da gelek meriva bawerîya xwe Wî anî Hingê Îsa gote wan cihûya yêd ku bawerîya xwe Wî anîn Heger hûn ser hînkirina Min bimînin hûnê rast şagirtêd Min bin Hûnê rastîyê nas kin û rastîyê we aza ke
Pey vê yekêra Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir ku gerekê Kurê Mêriv gelekî cefê bikişîne ji alîyê rûspîya serekêd kahîna û qanûnzanada bê texsîrkirinê û kuştinê lê roja sisîya ji mirinê rabe Ewî ev yek zelal got Hingê Petrûs Ew da alîkî û lê hilat
Gava ku Îsa derbaz dibû Ewî merivekî ji zikmakîyêda kor dît Gava ku Îsa derbaz dibû Ewî merivekî ji zikmakîyêda kor dît Şagirtêd Wî jê pirsîn Dersdar gunê kê ye ku ev meriva kor ji dîya xwe bûye Gunê wî ye yan yê dê û bavê wî ye
Ev e temîya Min Hevdu hiz bikin çawa ku Min hûn hiz kirin Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide Hûn dostêd Min in heger hûn wan temîyêd ku Ez didime we xwey dikin Ji vir şûnda Ez we xulam hesab nakim çimkî xulam haş pê tune ku axayê wî çi dike
Her kesê ku ji Xwedê bûye nava gunada namîne çimkî binyata Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne çimkî ji Xwedê bûye Zarêd Xwedê û zarêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê Ewê ku rastîyê nake ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hiz nake
Xwedê em xilaz kirin pîrozîyêra gazî kirin ne ku bona kirinêd me lê li gora qirar û kerema Xwe Eva kerema bi saya Mesîh Îsa ew hê dewrêd berêda mera hate dayînê Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eyan bû ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin bi Mizgînîyê ronayî kir
Usa jî Bavê Minî Ezmana wê li serê we her yekî bike heger hûn bi dil nebaxşînine birê xwe
Heger gotina Min xwey kirine wê gotina we jî xwey kin Lê van hemû tişta bona navê Min wê bînine serê we çimkî Wî nas nakin Yê ku Ez şandime Heger Ez nehatama û Min wanra xeber neda gunêd wanê tunebûna Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin Ewê ku dijene Min ew dijene Bavê Min jî
Va Ezê pêyî ser wan kim ku ew bên û li ber nigêd te ta bin û bizanibin Ez te hiz dikim Te ku temîya Min xwey kir û sebir kir Ezê jî te ji wî wextê cêribandinê xwey kim ya ku wê bê ser temamîya dinyayê ku binelîyêd li rûbarî dinê bicêribîne
Em van tişta wera dinivîsin wekî şabûna me temam be Ev e ew gotina ku me ji Wî bihîst û elamî we dikin ku Xwedê ronayî ye û tu terî Wîda tune Heger em bêjin Em Xwedêva tevgirêdayî ne lê terîyêda bigerin em derewa dikin û rastîyê nakin
Ne ez aza me Ne ez şandî me Ne min Xudanê me Îsa bi çeva dît Ne hûn pê xûdana min para Xudan ketin Ne ez aza me Ne ez şandî me Ne min Xudanê me Îsa bi çeva dît Ne hûn pê xûdana min para Xudan ketin Heger ez şandîyê hinekêd mayîn nîbim lê belê bê şik şandîyê we me Çimkî mora şandîtîya min hûn in ku para Xudan ketin
Û axê xulêmra got Derkeve serê rê û dirba zorê li her kesî bike bîne vir ku mala min tijî be Ez wera dibêjim ku ji wan merivêd teglîfkirî tu kes ji şayîya min wê tiştekî tem neke Pey vê yekêra elaleteke giran tevî Îsa diçû û Ew ser wanda vegerîya û got
Û gava usa kirin haqas mesî ketinê ku torêd wan diqetîyan Û bi nîşana gazî hevalêd xweye qeyika dinda dikirin ku bên alî wan bikin Û ewana hatin her du qeyik jî tijî kirin hindik mabû nuq bûna Gava ŞimhûnPetrûs ev yek dît xwe avîte çokê Îsa û got Xudan dûrî min here ez yekî gunekar im
Ji Yûhenna her heft civînara yêd ku qeza Asyayêda ne Kerem û edilayîya Wî li we be Yê ku heye Yê ku hebû Yê ku wê bê û ji her heft ruhêd ku li ber textê Wî ne usa jî ji Îsa Mesîhê şedê amin Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê padşêd erdê
Awa ewana gelek wext li wir man mêrkîmî ser Xudan xeber didan Xudan jî xebera kerema Xwe îzbat dikir bi destêd wan nîşan û keremet didane kirinê Lê dutîretî kete bajêr hinek li alîyê cihûya bûn hinek jî li alîyê şandîya
Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin lê nikarin ruh bikujin Lê hûn ji Wî bitirsin Yê ku dikare ruh û bedenê cenimêda unda ke Ne du çivîk bi diravekî çarqurûşê têne firotanê Lê yek jî ji wan bêyî emirê Bavê we nakeve erdê Lê çi li we dikeve her têlekî porêd serê we jimartî ne Îdî netirsin
Îsa şagirtêd Xwera got Nabe ku sebebîya jirêketinê tunebe lê wey li wî ku bibe sebebê vê yekê Îsa şagirtêd Xwera got Nabe ku sebebîya jirêketinê tunebe lê wey li wî ku bibe sebebê vê yekê Wîra hê qenc e ku beraşek stûyê wîva bê girêdan û avîtinê nava berê ne ku ji vanêd biçûk yekî ji rê derxe Haş ji xwe hebin
Hingê wî milyaketî minra got Binivîse Xwezî li wan ku bona şayîya dewata Berx hatine teglîfkirinê Serda zêde kir got Ay ev in xeberêd Xwedêye rast
Roja heftîyêye pêşin em bona nankerkirinê civîyayî bûn Pawlos ku wê roja din biçûya wanara xeber dida û heta nîvê şevê xeberdana xwe dirêj kir Ew oda em têda civîyayî bûn gelek çira têda hebûn Xortek jî navê wî Eytûxo ser pencerê rûniştî dihênijî û kete xewa kûr
Ewî wanra got Lê hûn bi çi hatine nixumandinê Wana got Bi nixumandina Yûhenna Pawlos got Yûhenna bona gunevegerandinê nixumand û cimetêra got Yê ku pey minra tê bawerîya xwe Wî bînin awa gotî Îsa Gava ev yek bihîstin bi navê Xudan Îsa hatine nixumandinê
Û ji pêxembera jî bira dudu bin yan ya lape zef sisê xeber din û yêd din bira enene kin Lê heger li ber yekî ji nava rûniştîya jî tiştek vebe îdî bira yê pêşin dengê xwe bibire Çimkî hûn hemû jî yek pey yekîra dikarin pêxembertîyê bikin wekî hemû jî hîn bin û hemû jî dil bistînin
Ew bona Roja Axretê têne hiştinê kîjanêda merivêd nepak wê unda bin herin Lê bira ev yek weva terî nemîne delalno Cem Xudan rojek mîna hezar salî ye û hezar sal jî mîna rojekê ye Xudan sozê Xwe derengî nayêxe çawa hinek difikirin
Ewî bajar bi wî qamîşî çap kir donzdeh hezar meydan derket Dirêjayî berayî û bilindayî weke hev bûn Milyaket sûra bajêr pê çapkirina merivayê çap kir bilindayîya wê bû sed çil çar zend Ew sûr ji kevirê yaspîs hatibû çêkirinê û bajar xwexa ji zêrê xasî mîna şûşe zelal bû
Ew jina ku te dît ew bajarê mezin e yê ku padşatîyê li ser padşêd dinyayê dike
Heger hûn wan hiz bikin kîjan ku we hiz dikin hûnê çi heq bistînin Ne xercgir jî usa dikin Û heger hûn tenê silavê bidine birêd xwe îdî hûn çi tiştî ji ewêd din zêdetir dikin Ne pûtparist jî usa dikin Awa kamil bin çawa ku Bavê weyî Ezmana kamil e
Lê heger hûn neheqîyêd meriva nebaxşînin Bavê we jî neheqîyêd we nabaxşîne Gava ku hûn rojî digirin mîna durûya medekirî nîbin Ew medê xwe dikin wekî meriv bizanibin ku ew rojî ne Ez rast wera dibêjim ku wana heqê xwe standîye Lê çaxê tu rojî digirî serçevê xwe bişo serê xwe şe ke
Gava serwêrê nobedarêd paristgehê û serekêd kahîna ev xeber bihîstin ser wan ecêbmayî man digotin Gelo çi qewimîye Wê demê yekî hat wanra got Va ew merivêd we avîtibûne kelê paristgehêda sekinî ne û cimetê hîn dikin
Gelek wê pê navê Min bên û bêjin Ez im Mesîh û wê geleka bixalifînin Gava hûn dengê şera û besa şera bibihên hûn xwe unda nekin Gerekê ev tişt biqewimin lê ew hê ne axirî ye
Çimkî heger texsîrbûna wan bû sebebê lihevhatina dinyayê tevî Xwedê îdî lê qebûlbûna wanê bibe çi heger ne saxbûna mirîya Heger girika hevîr çawa berê deremeta pêşin Xwedêra dayî helal e ku usa ye temamîya şkevê pêva helal e Û heger raw pîroz in çiqil jî pêra pîroz in
Ez jî gava hatime cem we xûşkbirano ez bi xeber yan serwaxtîya kemale giran nehatim sura Xwedê weva eyan kim Ez jî gava hatime cem we xûşkbirano ez bi xeber yan serwaxtîya kemale giran nehatim sura Xwedê weva eyan kim Çimkî gava ez nava weda bûm min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî
Heger ez bi zimanêd meriva yan milyaketa xeber dim lê dilê minda hizkirin tunebe ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn Heger ez bi zimanêd meriva yan milyaketa xeber dim lê dilê minda hizkirin tunebe ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn
Ewî em pêşda kifş kiribûn çawa li qirara Wî xweş hat ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe De werin em pesinê Wî bidin bona wê kerema Wîye xweyîrûmet pê kîjanê yektîya Hizkirîyê Xweda qencî li me kir Yektîya Wîda em aza bûne bi xûna Wî awa gotî afûbûna guna standîye Eva yeka ji dewlemendtîya kerema Wî ye
Kesek jî çirê vênaxe û nake binê firaqê lê datîne ser pêçirê ku ronayê bide hemûyêd ku malêda ne Usa jî bira ronaya we ber meriva şewq bide ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî ezmana bidin
Ne ku ez hewcê tiştekî me ku vê yekê wera dibêjim Ez hîn bûme ku hemû halîda razî bim Tunebûnê zanim hebûnê zanim ez her alîyîda û her halîda ser vê surê vebûme û hîn bûme ku razî bim heger têr bim heger birçî yan hebûnêda bim yan jî tunebûnêda
Belê serwêr çawa malkirê Xwedê gerekê bêleke be Ne serhişk ne hêrs ne pey şeravê ketî ne sirtûk ne pey keda heram lê mêvanhiz xêrxwaz aqilda giran ser heqîyê Xwedêra dayî xwegirtî
Niha ez hîvî ji we dikim xûşkbirano ku hûn hevza xwe ji wan bikin yêd ku ji wê hînbûnê der ya ku hûn hîn bûne cudebûnê pêşda tînin û xelqê pişk dikin Ji wan dûr bin Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me Mesîh nakin lê zikê xwe diçêrînin Bi zarê xweş û hilekarîyê yêd saxikê dilê xwe dixapînin
Ez xwexa weda guman im xûşkbirayêd min ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne dikarin hevdu şîret kin Lê alîkîva min turuş kir wera nivîsî ku wan tişta bikime bîra we bona wê kerema ku ji Xwedêda minra hatîye dayînê wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa
Hemûyêd ku ev yek dîtin bîna xwe teng dikirin û digotin Ew bû mêvanê merivekî gunekar Lê Zexayo pêş hemûyava sekinî û gote Xudan Xudan ez va nîvê hebûka xwe didime feqîra û min neheqî kê jî kiribe ezê çar car lê vegerînim Îsa wîra got Îro ev mal xilaz bû çimkî eva jî zara Birahîm e
Lê Şawûl gelek zirar dida civînê malmal digerîya jin û mêr kaşî derva dikirin davîtine kelê Ewêd belabelayî bibûn digerîyan Mizgînîya xeberê didan Fîlîpo jî berjêrî bajarekî Sameryayê bû wanra bona Mesîh dannasîn dikir Elaletê bi dil guhdarîya gotinêd Fîlîpo dikir gava dibihîstin û didîtin ew keremetêd ku wî dikirin
Gava Îsa ji paristgehê derket ji şagirtêd Wî yekî Wîra got Dersdar Hela dîna Xwe bidê ev çi kevir in û çi avayî ne Gava Îsa ji paristgehê derket ji şagirtêd Wî yekî Wîra got Dersdar Hela dîna Xwe bidê ev çi kevir in û çi avayî ne Îsa li wî vegerand û gotê Tu van avayîyêd mezin dibînî Ev hemûyê jî wêran bin li vir kevirê li ser kevir qet nemîne
Heger birê te guna bike lê hilê heger ser kirina xwe poşman be wî bibaxşîne Û heger nava rojêda heft cara neheqîyê li te bike û vegere tera bêje Ez tobe dikim wî bibaxşîne Şandîya Xudanra got Bawerîya me zêde ke
Wan dît ku kurik bedew e ji fermana padşê netirsîyan Bi bawerîyê Mûsa gava mezin bû nexwest ku kurê qîza Firewin bê hesabê Ew fikirî ku hê qenc e tevî cimeta Xwedê biçerçire ne ku wextekî kin nava kêfa gunada derbaz ke
Ji gelek cinaketîya ruhêd heram bi dengê bilind dikirine qîrîn derdiketin û gelek şilûşet nigada seqet qenc dibûn Hingê şabûneke mezin kete wî bajarî Merivek wî bajarîda hebû navê wî Şimhûn ewî hê zûva sêrbazî dikir û samerî ecêbmayî dikirin û xwe jî danîbû dewsa yekî mezin
Gava Îsa ev hemû xeber xilaz kirin şagirtêd Xwera got Gava Îsa ev hemû xeber xilaz kirin şagirtêd Xwera got Hûn zanin ku wê du roja şûnda Cejina Derbazbûnê be Û Kurê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê Hingê serekêd kahîna û rûspîyêd cimetê seraya serekkahînda ku navê wî Qeyafa bû civîyan
Ji Pawlosê bi emirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê ya ku bi saya Mesîh Îsa ye Ji Pawlosê bi emirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê ya ku bi saya Mesîh Îsa ye Tîmotêyoyê lawê xweyî delalra De bira rem kerem û edilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be
Îsa tevî şagirtêd Xwe çû gundêd Qeyserîya Fîlîpoyê û rêda ji şagirtêd Xwe pirsî Bi texmîna meriva Ez kî me Wan lê vegerand û gotin Hinek dibêjin Yûhennayê nixumdar e hinekêd din dibêjin Êlyas e hinekêd mayîn jî dibêjin yek ji pêxembera ye
Ewê fêrisî tenê sekinîbû xweda guman bi vî cûreyî dua dikir Xwedêyê min şikirdar im ku ez ne mîna wan meriva me yêd ku talanîyê neheqîyê zinêkarîyê dikin û ne jî mîna vî xercgirî me Lê ez heftîyê du cara rojî digirim û dehekê ji hemû kara xwe jî didim
Ez bona hatina Stêfanas Fortûnato û Axayîko şa me barê dilê minda wana dewsa we girt bi wê yekê dilê min û we jî rihet kirin Qedirê yêd usa bigirin Civînêd qeza Asyayêda li we silav dikin Akîla û Priskîla tevî civîna mala xweda gelekî yektîya Xudanda li we silav dikin Hemû xûşkbirayêd vir li we silav dikin
Ji Ramayê dengek hat dengê girî û şîna giran Rahêl bona zarokêd xwe digirîya û nedixwest ku ber dilada bên çimkî îdî zarok nemabûn Gava Hêrodes mir va milyaketekî Xudan li Misirê xewnêda Ûsivva xuya bû
Naqewime Çimkî nivîsar e Dengê wan temamîya erdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû Ez dîsa dipirsim Gelo Îsraêl pê nehesîya Pêşîyê Mûsa dibêje Ezê bi miletê ne milet hêlana bidime we û bi miletekî bêfem hêrsa we rakim
Çawa yê ji xwelîyê bû usa jî yêd ji xwelîyê ne çawa yê ji ezmên e usa jî yêd ji ezmên in Û me çawa kirasê yê ji xwelîyê li xwe kirîye emê usa jî kirasê yê ji ezmên li xwe kin Gotina min ev e xûşkbirano wekî xûn û goşt li Padşatîya Xwedê nikarin war bin ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be
Yê pêşin li borîyê xist teyrok û agir xûnêva tevayî ser erdêda barî Û ji sê para pareke erdê şewitî ji sê para pareke dara şewitî û hemû gîhayê şîn şewitî
Û hûn zanin ku niha çi nahêle ew xuya be wekî ew wextê kifşkirîda xuya be Çimkî Sura Neheqîyê îdî ya xwe dike lê ewê ku niha nahêle wê nehêle heta ku xwexa ji navê bê hildanê Û paşê Ewê Neheqîyê wê kifş be ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî kuta ke
Gava bona rabûna mirîya bihîstin hinek pê kenîyan lê hineka jî got Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên Û Pawlos ji nav civîna wan derket çû Lê hineka xwe li wî girt bawer kirin Nava wanda bûn Dîyonîsyoyê endemê Aryopagoyê û kulfeteke navê wê Damerîs tevî hinekêd mayîn
Ez vê yekêda fikira xwe wera dibêjim Ev yek bona kara we ye çimkî hê sala parva ne ku tenê we pêşîyê destpêkir wê yekê bikin lê usa jî hûn pêşîyê wê yekêra razî bûn De îjar vê kirina xwe bînine sêrî wekî rezedilîya xweda çiqas xîret dikin haqas jî bînine sêrî weke qewata xwe
û wanra got Ez gelekî hizreta vê Şîva Cejina Derbazbûnê bûm ku Min tevî we berî cefê Xwe bixwara Çimkî Ez wera dibêjim Ez îdî ji vê tu car naxwim heta ku Padşatîya Xwedêda bibe Û kas hilda şikirîya Xwe ji Xwedê anî û got Hildin evê û nav xweda bela kin
Îsa wanra got Hûn nizanin çi dixwazin Gelo hûn dikarin ji wê kasê vexwin ya ku Ezê vexwim Yan jî bi wê nixumandinê bêne nixumandinê bi kîjanê Ezê bême nixumandinê
Û Xwedê qalib dide wî toximî çawa ku dixwaze û her toximek qalibê xwe distîne Hemû qalib xûngoştek nînin qalibê mêriv başqe ye û qalibê heywên başqe yê teyreda başqe ye yê mesîya jî başqe
Wana dikirine qîrîn kincê xwe diqelaştin davîtin û xwelî direşandine hewa Serhezar emir kir ku wî bibine eskerxanê û got Bidin ber qamçîya jê bipirsin bizanibin ka sûcê wî çi ye wekî usa ser wî dikine qareqar
Xudan wê bikeve Padşatîya Ezmana lê ewê bikevê yê ku emirê Bavê Minî Ezmana diqedîne Wê Rojê gelekê Minra bêjin Xudan Xudan Ne me bi navê Te pêxembertî kirin û bi navê Te cin derxistin û bi navê Te gelek keremet kirin Hingê Ezê aşkere wanra bêjim Ji Min dûr kevin neheqno Min hûn tu car nas nekirine
Û heger Ez bi Belzebûl cina derdixim lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin Heger usa be ewê we lomekar kin Lê heger Ez bi tilîya Xwedê cina derdixim wekî usa ye Padşatîya Xwedê gihîştîye we Çaxê yekî qewat bi çek xweyîtîyê mala xwe dike tu tiştê wî zirar lê nabe
Li vir firqî tune nava cihû û necihûyada çimkî Xudanê hemûya yek e hindava wan hemûyada jî merd e kîjanêd gazî Wî dikin Çimkî nivîsar dibêje Kî gazî navê Xudan ke wê xilaz be
usa jî tu ji zarotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî yêd ku dikarin te serwaxt kin wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî Temamîya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê lêhilatinê rastkirinê û şîretkirina jîyîna heqîyêda wekî merivê Xwedê bêkêmasî be bona hemû kirinêd qenc hazir sekinî be
Çawa Bav kanîya jîyînê Ez şandim û bi destê Bavê Ez sax im bi vî awayî jî yê ku Min bixwe wê bi destê Min sax bimîne Ev e Ew nanê ku ji ezmên hatîye xwarê Ev ne mîna wî manayî ye ku kal û bavêd we xwarin lê mirin Ewê ku Vî nanî bixwe wê hetahetayê bijî
Awa her Cejina Derbazbûnêda edetê welî bû ku girtîkî cimetêra berde kîjan ku wan bixwesta Girtîk kelêda hebû navê wî Barabas ku tevî raberîkarêd hevalêd xwe serhildanêda mêr kuştibûn Elalet civîya û ji welî xwest ku ew li anegorî wî edetê xwe xwestina wan bike
Pawlos xwest wî tevî xwe bibe û bona wan cihûyêd wan dera girt ew sinet kir çimkî hemûya jî zanibû ku bavê wî yûnan e Gava bajarara derbaz dibûn ew temîyêd ku şandîya û berpirsîyarêd Orşelîmê qirar kiribûn didane bawermenda ku xwey kin Awa civîn jî bawerîyêda dişidîyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû
Ewî ku heleqetîya Wî tevî guna tunebû Xwedê Ew bona me kire hevalparê guna wekî em yektîya Wîda bibine hevalparêd rastîya Xwedê
Ramra Amînadav bû Amînadavra Nehşon bû Nehşonra Selmon bû Selmonra Bowaz bû navê dîya wî Rexab bû Bowazra Ovêd bû navê dîya wî Rût bû Ovêdra Yêşa bû û Yêşara Dawid padşa bû Dawid padşara Silêman bû dîya wî berê kulfeta Ûrîya bû
Lê tenê ez ditirsim tuwere çawa mer bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand usa jî ew hişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin
Û Îsa wê kulfetêra got Bawerîya te tu xilaz kirî Bi xêr û silamet here
Yêd aha ku difikirin vê yekê davêjine pişt guhê xwe ku hê pêşda bi xebera Xwedê ezman hebûn û erd ji nava avê û bi avê peyda bû Û bi avê jî dinya berê nuq bû unda bû Lê erd û ezmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê ku bi agir unda bin
Hingê ew bi rêberîya Ruh hate paristgehê Çaxê dê û bavêva Îsayê biçûk anîn ku li gora edetê Qanûnê bona Wî bikin Şimhûn Kurik hilda da hemêza xwe şikirî da Xwedê û got Ya Xweyî niha li gora sozê Xwe bi xêr û silamet berdestîyê Xwe berde Çimkî çevê min azakirina Te dît
Hingê hevalê xulam xwe avîte nigê wî jê lava kir û gotê Li min sebir ke Ezê li te vegerînim Lê ewî guh neda wî çû ew avîte kelê heta ku ew deynê xwe bide Çaxê xulamhevalêd wîye din ev yek dîtin gelekî ber xwe ketin û çûn xweyê xwera tiştêd ku qewimîbû gilî kirin
Ne hûn ketinê û ne jî we hiştîye yêd ku dixwazin bikevinê Û gava Ew rabû ku here qanûnzan û fêrisî qilqilîn bona gelek tişta Wîra ketine dewê Û ber devê Wî sekinî bûn wekî bi xeberekê bikaribin Wî bigirin û gunekar kin
Dîsa Îsa bi mesela wanara xeber da û got Dîsa Îsa bi mesela wanara xeber da û got Padşatîya Ezmana mîna vê yekê ye Padşakî dewata kurê xwe kir Ewî xulamêd xwe şandin ku gazî xwendîyêd dewatê kin lê wana nexwestin bên
Wan çaxada Hêrodes padşa destê xwe hilda ser hinekêd ji civînê ku wan bide cefê Wan çaxada Hêrodes padşa destê xwe hilda ser hinekêd ji civînê ku wan bide cefê Aqûbê birê Yûhenna bi şûr da kuştinê Ewî dîna xwe dayê ku kirina wî li cihûya xweş hat rabû Petrûs jî da girtinê Ev yek rojêd Cejina Nanê Şkevada qewimîn
Usa jî zanin ji Celîlê girtî temamîya Cihûstanêda çi qewimî pey wê nixumandinêra ya ku Yûhenna dannasîn kir çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Ruhê Pîroz û qewatê kifş kir ku bi qencîkirinê gerîya û hemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin çimkî Xwedê tevî Wî bû
Û Ew rûnişt ji qeyikê elalet hîn kir Çaxê Ewî xeberdana Xwe xilaz kir Şimhûnra got Qeyikê bibe cîyê kûr û torêd xwe bavêjine nêçîrê Şimhûn lê vegerand û got Mamosta me temamîya şevê kirnekir tiştek negirt lê bona xatirê Te ezê tora bavêjimê
Çimkî dilê xweda aha dibêje Ez çawa padşa rûniştî me û ne jinebî me tu car ezê şînê nebînim Lema jî nava rojekêda wê belayêd wê ser wêda bên Nexweşîya hal şîn û xelayî û wê bibe xurê êgir Çimkî ew Xudan Xwedê qewat e yê ku dîwana wê dike
Heger yek guhdarîya gotinêd meye vê nemêda neke wî raçev kin û hevaltîyê wîra nekin ku şerm bike Lê nebe ku bi çevê xirab li wî binihêrin lê mîna bira şîret kin De bira Xudanê edilayîyê xwexa her gav her alîyîva edilayîyê bide we Xudan tevî we hemûya be
Qîmetê wan hesab kirin pêncî hezar zîv derket Bi vî awayî Xebera Xudan bi zorayî hê pêşda diçû û qewat dibû Gava ev tişt bûn Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be here Orşelîmê û got Pey çûyîna wirara gerekê ez herim Romê jî bibînim
Wî çaxî padşêd dinyayê mezinêd wê sereskerêd wê dewletîyêd wê egîtêd wê û hemû merivêd xulam û aza xwe şkeft û qeyêd çîyada veşartin çîya û qeyara digotin Ser meda bikevin û me ji rûyê Wî veşêrin Yê ku li ser text rûniştî ye usa jî ji xezeba Berx
Mûsa sinetkirin da we ew jî ne ku ji Mûsa hat lê ji kal û bava û hûn roja şemîyê mêriv sinet dikin Heger hûn roja şemîyê zara sinet dikin wekî Qanûna Mûsa neteribe îdî çima hûn hêrsa xwe li ser Min radikin wekî Min roja şemîyêda merivek serdapêda qenc kir
Çimkî nivîsar e Xwedê wê temîya Te bide milyaketêd Xwe ku Te xwey kin û Ewê Te ser destê xwe bigirin wekî nigê Te kevir nekeve Îsa lê vegerand û got Hatîye gotinê ku Xudan Xwedêyê xwe necêribîne Û gava mîrêcin hemû cêribandin xilaz kirin demekê ji Wî dûr ket
End of preview. Expand in Data Studio
README.md exists but content is empty.
Downloads last month
37