audio audioduration (s) 0.44 11.5 | transcription stringlengths 3 152 |
|---|---|
lê yên qewate ji Xwedê ne, bona wêrankirin û niquyîkirina kelane | |
em wan rastîya û dirava û ewlehîya, û her tiştekî kubar | |
yê ku xwe hindava ulmê Xwedê bilind digire, betal dikin | |
û em rêberîya her fikirekê dikin û her meremekî dîl digrin | |
ku gura Mesîhda be | |
em çawa dikarin girîngîya fikirên xwe | |
bi cûrê tam bidine dîyarkirinê | |
bo ku kemala rast ya Gotinên Silêman | |
23:7 bighînin? | |
Çimkî ewê çawa ku dilê xweda hesaba dike, usa ye… | |
Ez çiqasî dirêj qulixî Xwedê dikim | |
awqasî gelekî girîngîya fikira û xebera fem dikim | |
Min carekêra zelal texmîn kir, ku Ruhê Pîroz çawa nava vê pirsêda | |
bona lêkolînkirina van goveka, rêberîyê li min dike | |
Min her dem gotîye û bi xwe jî bawar dikim | |
wekî ew tişt rast e, wekî eger em hela hê li ser vê dinîyayêne | |
her dem jî hewce ye govekên fikira û xebera lêkolîn bikin | |
Ew yek girîng nîne, ku em derheqa govekekêda çiqasî zani | |
Bona hînbûnê her dem jî tiştên nû wê bêne dîtinê | |
Hinek tişt hene, yên ku em pêşda hîn bûne û hewce ye, ku em | |
wana nû bikin | |
Kemala Gotinên Silêmane | |
23:7, ya rast kîjane? | |
Nava tercima Kîng Cêymse Încîlêda wa tê gotinê | |
Ew meriv dilê xweda çawa difikire, ew bi xwe jî usa ye | |
Nava tercimeke mayînda jî wa tê gotinê | |
Meriv dilê xweda çawa difikire, ew dibe yekî usa | |
Nava hemû kirinada fikir rêber û "hîmdar e" | |
Nava Romayî 8:5da tê gotinê | |
Çimkî ewên ku bi bedena xweva dişuxulin | |
fikirên wan bi wê yekêva tên kontrolkirinê | |
wextê ku fikirên wan xwestinên nepîrozva girêdayîne û wan tişta dikin | |
yên ku li bedenê xweş tên, lê ewên ku bi Ruhva dişuxulin | |
bi wê yekêva tên kontrolkirinê | |
wextê ku fikirên wan xwestinên | |
Ruhva girêdayîne û wan hemû tişta digerin, yên ku li Ruh Pîroz xweş tên. | |
Karên me feydayên fikirên me ne. | |
Eger fikira meye ne baş heye, | |
wî çaxî jîyana me jî ya ne baş e. | |
Ji alîkî mayînva, eger em fikira xwe anegorî Xebera Xwedê çê dikin, | |
wî çaxî mînanî nivîsara Romayî 12:2da, | |
emê bi cêribandina xwe, nava jîyana xweda | |
Qirara Xwedê ya qenc, | |
xweş û kamil bidine kivşê. | |
Min ev kitêba | |
pareveyî li ser sê beşên hîmlî kirine. | |
Beşa ewlinda derheqa girîngîya fikiradane. | |
Ez dixwezim, ku hûn dilê xweda bi cûrê qewîn | |
tiştekî îzbat bikin, ku hûn gerekê destpê bikin derheqa wê yekêda bifikirin, | |
ku hûn çi difikirin. | |
Li cem gelek meriva pirsgirêk hema nava cûrên fikirdarîya wandanin | |
û ew yek jî nava jîyana wanda pirsgirêka pêşda tine. | |
Mîrêcin bona her yekî fikirdarîke şaş pêşnîyar dike, | |
lê pêşnîyara wî gerekê qebûl nekin. | |
Hîn bibe, ku fikirdarîya çi cûreyî bona Ruhê Pîroz | |
ya qebûlkirinê ye û fikirdarîya çawa bona Wî ya qebûlkirinê nine. | |
Kaxeza Korintîyaye dudada, xeberên 10:4,5 | |
zelal didine kifşê, wekî em gerekê Xebera Xwedê usa baş bizanibin, | |
bo ku em bikaribin fikirên xwe û Xwedê himberî hev bikin | |
her fikireke ku dijî Xebera Xwedê kubar dibe, | |
em niqu dikin û dikine hêsîr, ku ew gura Îsa Mesîhda be. | |
Ez dua dikim, wekî ev kitêb wê alî te bike bona kirina wê yekê. | |
Fikir deşta şêr e, bo wê yekê jî pêwîst e ku fikirên me | |
tevî fikirên Xwedê li ser xetekê bên xweykirinê. | |
Ev yek şuxulkarî ye, ya ku wede û hînbûnê dixweze. | |
T'u cara teslîm nebî, çimkî tu gerekê hêdî-hêdî bêyî guhartinê. | |
Tu bi çiqwasîva fikira xwe bidî başkirinê, | |
bi awqasîva jîyana te wê baş bibe. | |
Wextê ku tu fikira xweda destpê bikî | |
bona xwe xwestina Xwedêye qenc bibînî, | |
tê destpê bikî wî cûreyî bijîyî. | |
Fikir deşta şêr e. | |
Çimkî em tevî xwînê û bedenê şer nakin | |
lê dijî dîktatorîya, dijî qewata, dijî xudanên vê dinîya tarî, | |
dijî wan ruhên xirab e, nava goveka ezmînda | |
Efesî 6:12, | |
Ev gotina ji Încîlê dide kifşê, | |
wekî em nava şerkarîyêdanin. | |
Bi guhdarî lêkolînkirina vê gotinê em fem dikin, | |
wekî şerkarîya me ne ku dijî merivên başqe ye, | |
lê dijî mîrêcin e. | |
Dijminê me, mîrêcin, dicêribîne stratêjîyayê | |
û fêlbazîyê bide xebitandinê, | |
serbikeve û derewa pêşda baş progiramkirî | |
û fikirmîşbûyî bide xebatê. | |
Mîrêcin derewîn e. | |
Îsa ew çawa "bavê derewê û ew hemû tiştê ku derew e" nav kir. | |
Ew him we û him Min dixapîne. | |
Ew derheqa me, yan jî yên mayînda, tişta dibêje, yên ku nerastin. | |
Mîrêcin carekêra temamîya derewê nabêje. | |
Ew destpê dike fikira me, bi rêya fikirên pêşda hazirkirî, | |
şikberîya, tirsa, berjewandîya, melûmetîya | |
têorîya, bide ber bomba. | |
Ew hêdî û fesal dilive. | |
bi gilîkî, progirama baş hazirkirî wede dixweze. | |
Bîr bînin, wekî stratêjîya mîrêcin bo şerkarîyê hazirkirî ye. | |
Ew wedekî dirêj me lêkolîn dike. | |
Ew zane, ku em çi hiz dikin û çi hiz nakin. | |
Ew derheqa bêaminîya me, | |
alîyên meye zeyîf û tirsên meda zane. |
End of preview. Expand in Data Studio
README.md exists but content is empty.
- Downloads last month
- 4