text stringlengths 0 1.04k |
|---|
Çanda kurdî, komek taybetiyên çandî yên cihêreng e ku ji aliyê gelê Kurd ve tê meşandin. Çanda kurdî mîrateya gelên kevnar e ku kurdên nûjen û civaka wan ava kirine. |
Kurd komeke etnîkî ye ku bi giranî li Rojavaya Asyayê dijîn. Li bakurê rojhilata navîn li ser çiyayên Zagros û çiyayên Torosê li herêma ku Kurd jê re dibêjin Kurdistana mezin dijîn. |
Ji xeynî herêmên Kurdistanê, gelê kurd li başûrê rojavayê Ermenistanê û Azerbaycanê û her wiha li deverên Libnanê dijîn û nûnertiya kurdên Yekîtiya Sovyeta berê dikin. |
Jêder |
Li ser koka kurdan di roja îro de tê dîtin ku bav û kalên kurdên îro kesên ku bi navê Karduya têne naskirin in ku di hezarsala 3an a b.z. de li Mezopotamyayê jiyaye û navê wan di lewheyên heriyê yên Sumerî de derbas dibe. Di roja îro de li ser pêşeroja a Kurdan gelek nîqaş tên kirin. Ev gengeşeya dîrokî bi taybetî pişt... |
Bi şerê navxweyî ya Sûriyeyê re niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rêveberî ji aliyê Kurd û gelên cûda yê li herêmê tê birêvebirin. Niqaş pêvçûnên jibo Bakurê Kurdistanê ku niha di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye û nîqaşên jibo Rojhilata Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Îranê de ye, di roja îro de d... |
Zimanê kurdî |
Zimanê kurdî, beşek ji beşa bakurê rojavayî ya şaxê zimanê îranî yê malbata zimanên hind û ewropî ye. Zaravayê ku herî zêde li herêmên Kurdistanê tê axaftin soranî û kurmancî ye. Lê li Bakurê Kurdistanê zaravaya Zazakî û li Başûrê Kurdistanê jî zaravayên Lurî, Kelhûrî û Goranî hene. Li erdnîgariya Kurdistanê zêdetirî 3... |
Folklor |
Kurd xwedî kevneşopiyeke folklorîk a dewlemend in ku ji ber nûjenbûn, bajarîbûn û çewisandina çandî her ku diçe dikeve xeterê. Kurd sala nû di Newrozê de pîroz dikin û pîrozkirina Newrozê gelek caran ji aliyê rayedarên Tirkiye û Sûriyê ve hatiye qedexekirin.[3][4] |
Muzîka kurdî |
Muzîka gelêrî ya kurdî beşekî girîng ê çanda kurdî ye û bi kevneşopî ji bo gihandina bûyerên li ser dîroka kurdan ji aliyê Dengbêjan ve hatiye bikaranîn. |
Dîn |
Gelê Kurd li gor herêmên Kurdistanê ya ku tê de dijîn xwedî dînên cihê ne, yan jî peywendiyên wan ên çandî û etnîkî bi wê dînê re hene, dîna herî berbelav di nav kurdan de îslama sunî ye. Kurdên Bakûrê Kurdistanê ku nifûsa wan nêzîkî 15-25 milyonan, ji 30% elewî ne û 68% jî îslama sunî ne.[5] |
Mezopotamya (bi yewnaniya kevn: Μεσοποταμία, lat. Mesopotamía), welatekî dîrokî ye ku rûerda wî di nav beşên Asyaya Rojavayî û Rojhilata Navîn a îro de û di nav pergala çemên Dîcle û Firatê de, li beşa bakurê Heyva Biadan e. Mezopotamya bi zimanê yewnanî tê wateyê nav du çeman. Navê Mezopotamya bi zimanê farisî Miyanru... |
Nexşeya erdnîgarî û bajarên Mezopotamyayê. |
Di dîrokê de li Mezopotamyayê ya kevn împeratoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asûran û Îranan hebûn. Mezopotamya çavkaniya olên herî mezin di cîhanê de ye. |
Îro Mezopotamya di nav sinorên dewletên Tirkiye, Sûrî û Îraqê ye. |
Mezopotamya, di neqebîna Dîcle û Firatê de, Kurdistanê bi sînorê wê hemûkî di nava xwe de. Dema ku dema şaristaniyan dest pê kir pê de, li vê herême gelek şaristan û pêşketinên weha derketin. Cizîra Botan, ku wê demê navê wê Gerzûbaqartan, ji dema Hurî - Mîtaniyan pêde mezin bi pêşket. Weke pirtûkxanaya Kurdistanê pêşk... |
Destpêk û dîrok |
Mezopotamya ji dîrokê ve gelek gelê jihev cûda, yên ku bi hevre jîn dibûn, cihê wan bû. Di dîrokê de pir koçber lê bûna. Ji ber wan koçberan her timî di rêveberiya wê û pêşketinê wê de asteng derketine. Wan koçber û hatinan, ne hiştiye ku ew xatakê rastûrast di xwe de berdewam bike. Ev ji aliyê çandî ve jî wilo ye. Lê ... |
Di deme dawi ya qaşayê de, hê ku dinye wilo zêde cemidi û mirovan jî ji wê cemidîbunê di revîn û dihatin, xwe di sipartine wir. Ji bo vê yekê hinek cihê ku mirov weke cihên bi cih bûna demên neolotikê jî bi navkê, li Başûrê Kurdistanê li ber çav dikevin. Piştre hin bi hin ku zûwabûn di axê de dibe, êdî hin bi hin li vê... |
Ta deme ku cotkirin pêşkeve, ahlkirin û çêrandin bibe, jiyana gundîtiyê pêşkeve û nivîs were kifşkirin û were bi karanîn li ber Dijlê, Firatê li ber keviyên Amede û li hin deverên başûrê Kurdistanê bi cîh bûn dibe. Di wan deman de jiyana bajartiyê bi pêşketina gunditiyê re bi pêşdikeve. Awayê bajaran derdikeve hole. Ba... |
Her weha piştî van pêşketinan, deme Urukiyan dest pê dike. Deme wan jî, deme şaristaniyê ya. Ev dem bi qasî ku tê fêhm kirin, di berî zayînê, di naqabîna 4500 û 3500 wan de xwe dide ber çavan. Ev dem, demeke di hizir û di deme şaristaniyê de demeke pêşketiya. Di wê demê de, li başûrê Kurdistanê mirov bigiştî bi pêşketi... |
Sumeran, pêşketin û şaristaniya pêşî |
Li Mezopotamya, deme şaristaniyê ya pêşî, ku berî şaristaniyên din hemûkana û hîmê wan afirandinya Şaristaniya sumeriyana. Hem di nivîs, tendûrîstî, astronomî, matamatikê û hem olê, falê, afsûnê û di mîtolojiyê de yên derketina pêş û pergala civakê afirandina Sumerin. Li afirandin û tufanê pêşî mirov di wan de rastî wê... |
Li Lagaşê, keyê hatî ser rêveberêyê Ur-nanşe bi çêkirina malan û xaniyan navda ye. Uruqagîna bi xwenûkirin (reformên) yên ku wî pêşî nivîsandina, derdikeve pêş. Lê di demên 2400 û 2350 ku hin bi hin bi ber ketinê ve diçê, êdî hin bi hin li Mezopotamya Aqadî derdikevine pêş û serwer dibin. |
Aqadan û demên piştre |
Tê gotin ku bi koka xwe re Samî ne. Çand û hizre sumeriyan di xwe de bicih kirin û rûnandin. Piştî sumeriyan re yên ku bûna serwerê mezopotamya Aqadî bûn. Ji deme hizre hemde girtin û bûna pêşavaniyê deme hemdem. Aqadiyan her weha xurt dibin û ku weke wan bi koka xwe tê gotin ku Samî ne, bingihê mazinbûna babiliyan û A... |
Damazranê xanadana Aqadiyan Sargon e. Sargon ketiya 34 şeran de, li gor qeydan. Peytaxta xwe ya bi navê Agade avakiriya. Zanebûnên di derbarê wî de bi mîtilojiyê re tevlîhevin. Ê di derbarê wî de, têgihiştinekê didine mirov. Neviyê wî Naram-Sîn dişopa wî de meşiya û wî gelek şer qizinc kirina. Şervanekî mezin bûya. Piş... |
Sêyemîn xanadana Ur û demên piştre ta deme Medan |
Gutiyan li jiyana xwe ya civaknasî hizirîn û zêde di rêzaniyê de pêde neçûn, her ku serweri mezopotam gişti ji bûn. Lê di wê demê de xanadana Ur, ya deme sêyamîn di wê demê de jîn dibû. Wê ev fersend bikar anî û serweriya rêzani kire dest xwe de. Nêzîkî sad salî tê goin ku li ser rêveberiyê(b. z. 2100-2000)) man. Uran,... |
Bi ketina xanadana Ur e sêyamîn re, êdî li bakûr Asur hêdî hêdî cih tişî dikin û li başûr babil derikevina pêş. Babil êdî li vir derdikeve pêş. Hûrî, di wê demê de, ew hêze wan ya ku zayîf bûyî, careke dî mazin dibe û serwer dibe. Bi derketina hûriyan re êdî her çend hêze babiliyan mazin hebe û serdest jî bin weke asur... |
README.md exists but content is empty.
- Downloads last month
- 7